Li Rihayê îdîa û biryardariya Partiya Çepên Kesk gelekî zêde ye

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê diyar kirin ku, li bajêr destekeke mezin girtine û bal kişandin ser girîngiya ewlehiya sindoqan.

Namzetên parlamenteriyê yên Rihayê ji ANF'ê re axivîn û li ser pirsgirêkên sereke yên bajêr axivîn û destnîşan kirin ku Partiya Çepên Kesk navnîşana çareseriya pirsgirêkan e.

Yek ji namzetan Ferît Şenyaşar diyar kir ku, her kes xwedî li têkoşîna edaletê derketiye, Dîlan Kunt Ayan jî anî ziman ku li gorî hilbijartina 7'ê Hezîranê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Aliye Kizildamar, anî ziman ku gelê Rihayê cara yekem e bi awayekî zelal dibêjin êdî nikarin AKP'ê tehemûl bikin.

Bulent Aşa jî got, "Li aliyekî tifaqa Nemrûdî û li aliyê din jî tifaqa Îbrahîmî heye." Bawer Gul destnîşan kir ku bi taybetî jî ciwan wê piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

ŞENYAŞAR: EM DIKEVIN NAVA HER KUÇEYEK RIHAYÊ

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ew berê qet nefikirî ku bibe parlamenter û diyar kir ku eleqeyeke mezin û daxwaza berdewamkirina têkoşîna edaletê ya bi dayika xwe re li meclîsê heye.

Şenyaşar diyar kir ku, ew ê hem li herêmê hem jî li meclîsê têkoşîna xwe bidomînin û got, “Me piraniya rojên xwe li ber edliyeyê derbas kir. Me qet fêm nekir ku têkoşîna me çiqasî mezin bûye. Piştî min namzetiya parlementeriyê qebûl kir, em daketin qadan. Em li hemû Rihayê, navçeya wê geriyan. Em dibînin ku çiqas xwedîderketina li têkoşîna me heye (…) Eniya me vekirî ye. Em dikevin her kolana Rihayê."

Şenyaşar, anî ziman ku namzetê AKP'ê Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag ne dikare biçe nava gel û ne jî dikare serdana saziyên sivîl bike û got, “Ji xwe hêviyek ku bidin gel tune ye. Wezîrê Dadê ye, lê bi qasî ku em dişopînin gotinek edaletê ji devê wî dernakeve.”

Şenyaşar got, "Li cihê ku edalet nebe, zilm heye” û destnîşan kir ku, ew ê heta ji destê wan bê, bi gel re ji bo çareseriya pirsgirêkan dê hewl bidin.

DÎLAN KUNT AYAN: JI 7 'Ê HEZÎRANÊ BÊHTIR BI COŞ PÊŞWAZÎ HEYE

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, coşa dema hatina Rihayê wiha vegot, “Ev yek bi zelalî diyar e; Gel bi coşek ji ya 7'ê Hezîranê mezintir pêşwazî dike. Em dibînin ku coşa 7'ê Hezîranê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de zêde bû."

Ayan, polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê nirxand û got, "Gel dibêje êdî bes e." Ayan bal kişand ku berxwedana Emîne Şenyaşar di heman demê de li ser zimanê hemû gelan e û got, "Riha ji bo avakirina demokrasî û daraza serbixwe wê di 14'ê Gulanê de biçe ser sindoqan. Guhertina Rihayê wê bibe guhertina Tirkiyeyê."

Ayan bal kişand ser zext, çewisandin û êrîşên AKP'ê yên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de û got, "Haya wan heye ku wê têk biçin, lewma hewldanên wan a dawî ne." Ayan bang li hemû hilbijêran kir ku di ewlehiya sindoqan de cih bigirin.

KIZILDAMAR: GEL CARA YEKEME KU EWQAS ZELAL E…

Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Rihayê Aliye Kizildamar diyar kir ku li Rihayê zeviyên çandiniyê yên pir mezin hene û got, "Li cihê ku em jê re dibêjin kevna Hîlal e."

Kizildamar bal kişand ser girîngiya Rihayê ku bi taybetî berhemên çandiniyê yên curbecur lê tên çandin û wiha got: "Ligel ku bajarekî ku ji hewcedariyên cidî pêşwazî dike, îro ji Rihayê herî zêde mirov koçber dibin bajarên din û welatên din."

Kizildamar anî ziman ku, tevî çemê Firatê di herêmê re derbas dibe û bendavên li derdora wê hatine çêkirin jî li bajêr kêmasiyeke cidî ya avê heye û got, "Li taxên gundan mirov ava vexwarinê jî nabînin, bi tankeran dikirin." Kizildamar her wiha anî ziman ku, li bajêr pirsgirêka ceyranê jî heye û got, "Vê desthilatdariyê her tişt bi xwe ve girêda, kesê muxetap tune ye, jixwe weke şîrketekê welat bi rê ve dibin."

Kizildamar got, "Gel cara yekeme ewqas zelal tînin ziman ku êdî ew nema dikarin tehmûl bikin” û da zanîn ku ev hemû pirsgirêk jî bi çaresernebûna pirsgirêka Kurd ve girêdayî ne. Kizildamar, anî ziman ku bi taybetî dayik di çareseriya pirsgirêka kurd û aştiyê de israr dikin û got, "Neçareserî welat di nava şerekî berdewam de dihêle."

BULENT AŞA: LI ALIYEKÎ TIFAQA NIMRÛDÎ Û LI ALIYÊ DIN JÎ TIFAQA ÎBRAHÎMÎ HEYE

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Bulent Aşa diyar kir ku, ew bi gelê Rihayê re xebatên xwe yên hilbijartinê dimeşînin û got, “Em her ku diçin bi coşeke mezin re rû bi rû dimînin. Gelê me mînakeke mezin a fedekariyê nîşan dide.”

Aşa destnîşan kir ku, di hilbijartinan de gelek hişyarî li ser hîleyan hatine kirin û got ku wan tedbîrên pêwîst li hemberî her rewşê girtine. Aşa, anî ziman ku ji ber destwerdana li ser sindoqan bi fikar in, lê belê Wezîrê Dadê yê AKP'ê Bekîr Bozdag bi hemû derfetên wezaretê xebatên hilbijartinê dimeşîne.

Aşa xîtabî hilbijêrên Rihayê kir û got, “Li aliyekî Wezîrê Dadê heye, tifaqa Nemrûdî heye. Li aliyê din jî tifaqa Nebî Îbrahîm heye. Hemû Rihayê têkoşîna edaletê ya ku li Rihayê ji aliyê malbata Şenyaşar ve tê meşandin dizane. Em ji gelê Rihayê dixwazin ku li rex tifaqa Îbrahîmî cih bigirin."

BAWER GUL: CIWAN WÊ DENGÊ XWE BIDIN ÇEPÊN KESK

Namzetê Parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk a Rihayê Bawer Gul, diyar kir ku ew ji her alî ve di bin bandora polîtîkayên zextê yên dewletê de mezin bûne û got, “Ciwanên ku karibin bersiva vê pirsgirêkê bidin, hewce ne. Divê ciwan bi vê nasnameyê mezin bibin."

Gul anî ziman ku, ew dixwazin bi hejmarek mezin bikevin meclisê û wiha got: “Ciwan ji me dixwazin ku em bi xwe azad bijîn. Dixwazin li ser axa xwe, bi ziman û çanda xwe bijîn.”

Gul got, "Ez wisa difikirim ku ciwan wê bi hemû vîn û baweriya xwe di nava Çepên Kesk de cih bigirin."